Qamişlo | Buroya PDKSê şewitandin

.

Sekreteriya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Komên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, îro 14ê Gulanê, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S), li bajarê Qamişlo, şewitand.”

ENKS diyar dike, “Bi şewitandina vê ofîsê re, hejmara ofîsên ku ji 1ê Adarê ve hatine şewitandin, gihîştiye deh ofîsên ENKSê û partiyên wê li seranserî bajar û bajarokên Kurdî yên di bin kontrola PYDê de.”

ENKS dibêje, “Ji her kesî re eşkere bûye ku armanca van kiryaran ew e ku rê li ber hewldanên Amerîka û Ewropayê yên ji bo vegerandina diyaloga Kurdî-Kurdî bigirin, ku bi sponseriya Amerîka û garantoriya serkirdayetiya HSDê di Nîsana 2020an de dest pê kiribû û ji aliyê PYDê ve hatibû têkbirin.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “ENKSê bi tundî van kiryarên terorîstî yên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi PYDê ve tên kirin, şermezar dike û berpirsên wê yên siyasî, ewlekarî û leşkerî di ber van kiryaran de berpirsyar dibîne.”

ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku van “kiryarên terorîstî” şermezar bike û kar ji bo rawestandina wan bike. Herwiha Bang li hemû partiyên Kurdistanî kir jî ku helwesteke zelal li ser van kiryarên li dijî ENKSê nîşan bidin, wan şermezar bikin û kar ji bo rawestandina wan bikin.

K24

Kurdistan Haberleri

Mehmet Tanriverdî: Dayika wezîreke Almanyayê ji Kurdistanê ye
Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de