PYD: “hikumeta Sûrîyê xwe ji çareserîyên siyasî û demokratîk dûr xist.”

Meclisa Giştî ya Partîya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyanîyekê bersiva Serokê Sûrîyê Beşar Esed da ku gotibû “PYDê bihane da Tirkîyê ku êrîşî bakurê Sûrîyê bike.” Esed herwiha gotibû PYD û Amerîka petrola Sûrîyê dibin derveyî Sûrîyê.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Giştî ya PYDê bi daxuyanîyekê bersiva daxuyanîyên Serokê Sûriyê Beşar Esed da, ku li gel kenala RT International World hevpeyvîn pêk anî bû.

PYDê di daxuyanîya xwe de got: “PYDê ji sala 2011an hêza siyasî ya herî zêde ye ku banga çareserîya Sûrî kirîye. Herwiha berê û niha jî li dijî destêwedana derveyî ye, lê hikumeta Sûriyê bi siyasetên xwe yên çewisandinê berdewam kir û xwe ji çareserîyên siyasî û demokratîk dûr xist.”

Herwiha PYD di daxuyanîya xwe de dibêje: “Divîyabû rejîma Sûrîyê medalya rûmetê pêkêşî her şervanekê HSDê û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê kiribane, ji ber serkeftinên wê yên li dijî dijminan bi dest xistin. Daxuyanîyên Esed yekitîya me ya li dijî dagîrkerîya Tirk lewaz dike.”

Meclisa Giştî ya PYDê amaje dike ku daxuyanîyên Esed ên bi wî awayî bûn sedema sereke ku rewşa Sûrîyê ya niha, xizmeta çareserîya alozîya Sûrîyê neke û xizmeta dijminê Sûrîyê û destêwerdana derve di Sûrîyê de dike.

Di beşeke din a daxuyanîya PYDê de hate gotin: “Me xeta sêyamîn û rêgeza neteweya demokratîk wek rêgez û stratejîyek pejirand. Em bang li tevahîya gelê Sûrîyê û hêzên siyasî di nav de hikumeta Sûrîyê dikin ku destê xwe ji wan kiryar û daxuyanîyan berdin û em bi hev re kar bikin ji bo vedîtina çareserîyek demokratîk û adil.”

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da