PWKyî li Dêrikê beşdarî veşartina cenazeyê Brûsk Yapiştiran bûn

.

Cenazeyê Şeyhmûs Brûsk Yapiştiran roja 16ê temûza 2024ê, li Dêrika Çîyayê Mazî ya navçeya Mêrdînê hate veşartin.

Li gel malbata Brûskî û gelê Dêrikê, rêvebir û endamên PWKyê yên ji Dêrik, Qoser, Mêrdîn û Amedê hatibûn û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurd, beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Şeyhmûs Brûsk Yapiştiran bûn.

PWKyî û gelê Dêrikê paşê derbasî cîhê tazîyeyê bûn. Tazîye dê 3 rojan berdewam bike.

Kurê hevalê me yê rehmetî kek Hatîp Yapiştiran û hevala me Şukran Yapiştiran, birazîyê hevalê me, rehmetî Şeyhmûs Yapiştiran, ciwanê welatperwerê kurd, Şeyhmûs Brûsk Yapiştiran, roja 14ê Temûza 2024ê, di 29 salîya xwe de, li navçeya Nazîlî ya bajarê Aydinê yê Tirkîyeyê, canê xwe ji dest dabû.

Brûsk Yapiştiran wek xebatkarekî, di şîrketekê de dixebitî. Di dema kolandina kanaleke ji bo borîya avê de Brûsk û hevalên xwe di binê axê de dimînin. Brûsk û 2 hevalên xwe yên karker canê xwe ji dest dabûn, hevalekî wan jî birîndar bibû.

16.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir