PWKyê li Stenbolê piştgirî da çalakîya HEZKURDê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî

.

PWKyê li Stenbolê piştgirî da çalakîya HEZKURDê ya ji bo dersa bijarte ya kurdî

HEZKURDê îro (11.02.2024) li Navçeya Esenyurt a Stenbolê, li qadê broşurên ku banga hilbijartina dersa bijarte ya kurdî dikin belav kir.

Serokê HEZKURDê Sûphî Ozgen û rêvebirên HEZKURdê beşdarî çalakîyê bûn.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Kasim Ergun û rêvebir û endamên PWKyê jî beşdarî vê çalakîyê bûn û broşur li gel belav kirin.

Gelê li qadê pêşewazîyeke germ li vê çalakîyê kir.

Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun di derbarê armanca vê çalakîyê û piştigrîya PWKyê de agahdarî da telewîzyonên kurdî.

11.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Sefîn Dizeyî: Erdogan ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî protokol şikand
Joe Kent ji Trump xwest ku hêrsa xwe bi ser Kurdan de nebarîne
Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûn sembola berxwedanê
PWKê li Batmanê Şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê Bibîranî
Yekîtiya Ewropayê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya li Sûriyeyê nîqaş dike