PWKyê li Kolanên Dîcle Kent a Amedê Ji bo Hilbijartina Dersa Bijartte ya Kurdî Broşur Belav Kir

.

 

Rêvebir û endamên Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) roja 16.02..2025ê li Amedê, li kolan ûbazarên gereka Dîcle Kentê  broşurên ji bo hilbijartina dersa bijarte ya kurdî (kurmancî, kirmanckî/zazakî) belav kirin.

Rêvebirên PWKyê li bazara kolana gereka  Dîcle Kentê û bazara qozîya jor ya Girtîgehê broşurên dersa bijarte belav kirin.

Rêvebir û endamên PWKyê bi broşurên kurmancî, zazakî û tirkî, li bazarên gerekan û kolanan bangî malbatên kurdan kirin da ku zarokên xwe heta roja 17ê sibata 2025ê li dersa bijarte ya kurdî keyd bikin.

Herweha di wan broşuran de daxwaz kirin ku divê Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê kurdî û fermîbûna zimanê kurdî qebûl bike.

Gelê me yê Amedê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya PWKyê kirin.

Rêvebirên PWKyê, bi êlegên ku logoya PWKyê û nivîsên ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye’, ’Zimanê Me Rûmeta Me Ye’ li ser wê nivîsandîbû ev çalakîya xwe li dar xistin.

16.02.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye