PWK li Amedê beşdarî çalakîya Platforma Ciwanên Serbixwe bû

.

Nûnerên Platforma Ciwanên Serbixwe(PCS) roja 14.07.2024ê, li ber Mizgefta Mezin ya Amedê di derbarê girtina  hevalên xwe  Ferîd Azad û Behçet Çîftçî de daxûyanîyeke çapemenîyê dan.

Di daxûyanîya PCSyê de,  ji bo piştgirîyê, gelek berpirsên Partîya Welatparêzên Kurdistanê- PWK (Cîhgirê Serokê Giştî M. Can Azbay, endamên Komîteya Birêvebir a Navendî Yusuf Aydin û Mîrza Akar, Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran, endamên Meclîsa Partîyê Osman Kiran, Musa Ekîngen, Mehmet Dortyama) jî amadebûn.

Polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê, roja  09.07.2024ê, avêtibûn ser avahîya  Platforma Ciwanên Serbixwe û 4 rêvebirên PCSyê desteser kiribûn.

Paşê, polîsan rêvebirên PCSyê biribûn Mêrsînê û roja 11.07.2024ê dadgeha Mêrsînê ji bo  Ferîd Azad û Behçet Çîftçî biryara hevsê dabû.

PCSyê di derbarê vê êrîşê de, li ber Mizgefta Mezin ya Amedê  bi du zaravayên kurdî (Kurmancî û Zazakî) daxuyanîyek dan.

Di daxuyanîyê de behsa şêweya desteserkirina 4 rêvebirên PCSyê (Mehmet Yucel, Ehmed Tepebaşi, Ferîd Azad, Behçet Çîftçî) hate kirin. Ku Ji wana Mehmet Yucel û Ehmed Tepebaşi bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. Ferîd Azad û Behçet Çîftçî hatin girtinê û niha li Tarsusê di zindanê de ne.

Piştê daxuyanîya PCSyê,  rêvebirên PWKyê û endamên PCSyê bihevre çûn navenda PCSyê û li wê derê piştî sohbeteke  germ, dostane,  ji hev xatir xwestin.

14.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Li Şirnexê du bîrên nû yên petrolê dikolin
KANADA - Rola Kurdan a di bipêşxistina mirovahiyê de hat nîqaşkirin
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
Ji ber gefên Amerîkayê, Hikûmeta Iraqê qanûnnameya Heşda Şeibî bi paş ve kişand
Balyozê Ewropayê li ser bûyerên li Silêmaniyê axivî