PWK: Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo salvegera Komkujiya Şingalê peyamek belav kir.

Di daxuyaniya PWKê de wiha hat gotin; 

Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

Îro dehemîn salvegera komkujîya kurdên Êzîdî ye ku ji alîyê rêxistina hov û terorîst DAIŞê ve li Şingalê û derdora wê pêk hat.

Roja 3ê tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê. Di encama vê êrîşî de, bi hezaran welatiyên sivîl ên kurdên Êzidî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzidî jî hatin êsîr kirin.

Di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl yên kurdên Êzidî mecbûr man ku cîh û warên xwe bihêlin û terk bikin.

Birîna jenosîda Şingalê ya xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî birîneke kûr e û ev birîna hemû kurd û kurdistanîyan e.

Heta nuha jî gelek keç û jinên kurdên Êzidî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Heta nuha jî piranîya gelê me yê Êzîdî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.

Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cîh bînin.

Em bangî  Netewên Yekgirtî dikin ku vê komkujî û jenosîda kurdên Êzidî bi awakî fermî qebûl bikin.

Di dehemîn salvegera jenosîd û komkujîya Şingalê ya xuşk û birayên me kurdên Êzidî de,em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.

Em di dehemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên kurdên Êzidî ne.

03.08.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire