Hişmendîya hevpar ya darbeya 12ê îlona 1980yî û sîyaseta ‘’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’’; ‘’Bila kurd dîya xwe nebîne’’
Di 12ê Îlona 1980an de, Artêşa Tirk di bin rêberîya Serokê Sererkanîyê Kenan Evren de, derbeyeke leşkerî û faşîst pêk anî.
Dewleta Tirkîyeyê ji damezrandina xwe heta sala 1938ê, li ser sîyaseta ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al, yek ziman’’; xwestîye miletê Kurd û doza wî ya azadîyê ji holê rake. Bi hezaran kurd û kurdistanî hatin qetil kirin, sîyaseteke nîjadperest ya asîmîlasyon û înkarê hate pêk anîn. Lê Dewleta Tirkîyeyê bi vê siyaset û van kiryarên xwe bi ser neket.
Doza azadîya Kurdistanê piştî salên 1960î careke din li Bakurê Kurdistanê vejîya. Di salên 1970yî de tevgera neteweyî û demokratîk bi hişyarî û birêxistinbûyîneke berfireh li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bû desthilatdarê fiîlî.
Dewleta Tirkîyeyê ji vê vejîna nû ya miletê Kurd û potansîyela azadîxwaz, demokrat ya gelê Tirkîyeyê tirsîya û di 12ê Îlona 1980yî de, bi planeke kûr, darbeyeke leşkerî-faşîst li dar xist.
Piştî derbeya 12ê Îlona 1980yî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi sed hezaran kes hatin binçavkirin û rastî îşkenceyên hovane hatin. Bi deh hezaran kes neçar man ku derkevin derveyî welat. Bi sedan kes hatin kuştin û îdamkirin. Bi deh hezaran kes hatin girtin. Îşkence, zilm, hovîtî û qetliamên ku piştî derbeya leşkerî û faşîst ya 12ê Îlona 1980an li Zîndana Amedê ya 5 Nolû yê hatin jiyîn, ji yên faşîzma Hitler ne kêmtir bûn.
Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê, laboratûar û projeyeke stratejik a Dewleta Tirkîyeyê, ya Konseya Ewlekarîya Neteweyî ya Cûntaya Darbeya 12ê Îlona 1980yî bû. Bi vê projeye dixwestin hemû nirx û fikir û nasnemaya neteweyî ya miletê Kurd bişkînin, bêrûmet bikin.
Lê çawa ku sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ji damezradina xwe heta sala 1980yî nikarîbû hebûn û têkoşîna azadîya miletê Kurd ji holê rake, darbeya 12ê îlona 1980yî û zilma ku Hefsa 5 Nolûya Dîyarbekirê hate meşandin jî nikarîbû hebûn û têkoşîna miletê Kurd ji holê rake.
Di salên 1990î de, Dewleta Tirkîyeyê li hemberî hişyarîya neteweyî ya ku li Kurdistanê geş bû, bi hişmendîyeke ku ji derbeya 12ê Îlona 1980yî dijwartir, li dijî gelê Bakurê Kurdistanê û demokrat û azadîxwazên li Tirkîyeyê, konsepta şerê qirêj xiste dewrê. 17.000 kes ji aliyê Dewleta Tirkîyeyê ve ku weke "kuştinên qesas nedîyar" têne pênasekirin, hatin qetilkirin. Neheqî, îşkence, zilm û qetliamên "kuştinên qesas nedîyar", gihîştin asteke ku ya dema derbeya 12ê Îlona 1980an jî li dûv xwe hişt.
Vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya salên 1990î jî nikarîbûyî rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigre.
Pêşhateyên li Rojhilata Navîn rê vekir ku li Başûrê Kurdistanê wek fermî û bi naskirina hemû dewletên cîhanê, Herêma Federe bê ava kirin. Avakirina Herêma Federe, derzeke mezin li Peymana Lozanê xist û vê derze hêdî hêdî berê xwe da Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî.
Tirsa Dewleta Tirkîyeyê vê carê ji her carê mestir bû. Ji ber wê jî nuha ne bes ji bo tunehesibandina mafên miletê Kurd û rêlibergirtina tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, herweha ji bo rêlibergirtina statuyeke milî, sîyasî, coğrafik ya li her perçeyekî Kurdistanê û mafên neteweyî, demokratik û ji bo lawaz kirina destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê, sîyaseta ’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’ dimeşîne.
Mixabin, berpirsên qetlîam û zilm û asîmlasyonên Dewleta Tirkîyeyê yên ji sala 1923yê heta 1980yî, berpirsên îşkence, kuştin, wêranî û neheqîyên ku di dema darbeyên 1960î û 1971yî û darbeya 12ê Îlona 1980yî de qewimîn jî nehatin darizandin. Çawa ku ew nehatin darizandin, berpirsên îşkence, qetliam û neheqiyên di salên 1990î de, di dema "kuştinên qesas nedîyar" de jî nehatin darizandin. Ji ber ku ji bo kiryarên wan ji kesî hesab nehat xwestin, îro jî berpirsên Dewleta Tirkîyeyê vê sîyaseta ’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’ ku hemû mafên kollektîf ên neteweyî û demokratîk ên miletê Kurd tune dihesibîne daye ber xwe.
Herweha piştgirîya Ocalan, PKK û DEM Partîyê ya vê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi navê ’Tirkîyeya Bêteror, Herêma Bêteror’ tê meşandin; di tunehesibandina bedel û mafên neteweyî yên miletê Kurd de, Dewleta Tirkîyeyê bêminetir dike.
Em di 46emîn salvegera darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî de, hemû berpirsên vê darbeyê careke din rûreş û şermezar dikin û bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dev ji vê sîyaseta înkar, asîmîlasyon û tunehesibandina mafên miletê Kurd berdin. Dev ji hevdîtinên li pişt derîyan berdin. Partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar yên kurdan nûnerên miletê Kurd in. Eger hûn dixwazin bi rastî rê li ber çareserîya doza neteweyî, demokratîk û kulturî ya miletê Kurd vekin; werin bi van nûnerên kurdan re rûnin. Werin bi rêyên aştîyane û sîyasî em rêya çareserîyek rasteqîn vekin.
Herweha em di wê bawerîyê de ne ku li hemberî her cure derbe, zilm, dagirkerî, qetlîam, înkar, îmha û asîmîlasyonê; mifteya serketin û destpêka bidestxistina maf û azadîyên miletê Kurd û kurdistanîyan, berî her tiştî yekîtî û tifaqa hêzên kurdan yên neteweyî û demokratîk e.
Bi vê minasebetê em careke din bangî hemû hêz û alîyên neteweyî, kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê dikin ku em li ser prensîbên neteweyî û kurdistanî hevkarî û tifaqa xwe ava bikin.
12.09.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)