PWK-Ewropa kongreya xwe pêk anî!

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê Kongreya xwe ya yekem, ango kongreya damezrêner ya nûnertiya PWKyê li Ewropayê (PWK-Ewropa) li Stockholmê, bi beşdarîyê nûnerên ji gelek welatên Ewropayê di nava 30–31 adara 2024an de pêk anî.

Kongre, li ser navê Komîteya Amadekarîya Kongreyê ji alîyê Zinar Soran û bi sirûda Ey Raqûb û rêzgirtina şehîd û pakrewanên Kurdistanê ve hate vekirin. Di kongreyê de Serokê PWK-Ewropayê rêzdarBaran Boskan axaftina xwe pêşkêş kir; Serokê Giştî yê PWKyê rêzdar Mustefa Ozçelik jî bi rêya Online xêrhatin li beşdarên kongreyê kir û bi kurtayî  li ser xebatên siyasî, rêxistinî û civakî ya PWKyê aghadarî da.

Ji bo dîwana Kongreyê hevalên Nezîr Akad, Sîrac Kirici û Nesrîn Ozbîngol hatin hilbijartin.

Kongreya PWK-Ewropayê li gorî rojeva  ku hate qebûlkirin, du rojan berdewam kir. Piştê gotûbêjên li ser reşnivîsa destûrê ku ji alîyê komîsyona destûrê hatibû amade kirin; li gel hinek guherandinan weke Destûra PWK-Ewropayê hate qebûl kirin.

Di kongreyê de bi hûrgilî li ser pirsên kurdên li ewropayê, reorganêzekirina rêxistin û nûnertîya Ewropayê, nerîn û pêşniyarên ji bo bernameya xebatê ya rêxistina Ewropayê hate rawestandin.

Di kongreyê de, li gorî destûra ku hate qebûlkirin, Serok û Meclîsa PWK-Ewropayê û herweha komîte û organên din yên rêxisinîya Ewropayê hatin hilbijartin.

Êvara 30 adarê, bi malbat, heval, hogir û dostên PWKyê şahîyek Newrozê bi girseyî hate amade kirin. Di şahîyê de, gelek heval, hogir, dost û kesayetên siyasî û civakî beşdarî şahîyê bûn. Newroz bi coşek mezin û di atfosmerek gelek erênî derbas bû.

Piştî kongreyê, Meclîsa PWK-Ewropayê civîna xwe ya yekem pêk anî û di nav xwe de kar û wezîfe dabeş kirin. Di demek nêzîk de, wê meclîsa PWK-Ewropayê, li gorî biryar û pêşniyarên kongreyê, bername û nexşerêya xebata li Ewropayê bihûne û wê hewil bide ku xebata xwe li gorî vê bername, û nexşerêyê geştir û berfirehtir bike.

Bijî Kongreya PWK-Ewropayê!
Bijî xebat û têkoşîna ji bo serxwebûn, azadî û demokrasîyê!


MECLÎSA PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ YA EWROPAYÊ
(MECLÎSA PWK-EWROPA)

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir