PWK: Em Qetlîama ku 9 sal berê li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê hate li dar xistin rûreş dikin

.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi daxuyaniyek kesên ku li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê jiyana xwe dest dabûn bibîr anî û qesas û piştgirên qetlîamê rûreş kir.

Daxuyaniya PWKê wiha ye:

Em Qetlîama ku 9 sal berê li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê hate li dar xistin rûreş dikin

9 sal berê, di roja 10.10.2015ê de, li ber Îstasyona Tirênê ya Enqereyê terorîstekî xwekuj, di nav girseya ku xwepêşandan dikir de bombe teqand û di encamê de 101 mirov hatin qetil kirin, bi sedan kes jî birîndar bibûn.

Em di 9emîn salvegera vê qetlîamê de qesas û piştgirên vê qetlîamê careke din jî rûreş dikin.

Ruhê wan kesên ku hatin qetil kirin şad be, cîhê wan biheşt be.

10.10.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye