PWK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

PWKê di salvegera 21emîn de qatil û piştgirên vê komkujiyê şermezar kir û hemû şehîdên vê êrîşê bi rêzdarî bi bîr anî.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) di salvegera 21emîn a êrîşên 1ê Sibata 2004an a li Hewlêrê de daxuyaniyek da.

Daxuyaniya PWKê wiha ye: 

Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn.

Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbûn kirin û di nav kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê  jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 21emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

01.02.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

PWK : Jenosîda Dêrsimê xelekek ji siyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e
Qedexekirina alfabeyên kurdî yên Latînî, Kirîlî û Aramî - Veysel Vesek*
Koye / Cara yekem nexweşiya Kirim-Kongoyê li Kurdistanê hat tomarkirin
Partiyên siyasî yên Rojhilat li Iraqê hatin qedexekirin!
Sûriyê bendera Laziqiyê ji bo 30 salan da kompaniyeke Fransî