PWK: Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin!

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWK li ser salvegera 110emîn ya komkujiya gelê Ermenî daxuyaniyeke nivîskî da û ew komkujî şermezar kir.

"Em Jenosîda ku li Ermenîyan hatîye kirin rûreş dikin!


Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.

Jenosîda Ermenîyan yek ji jenosîdên mezine yê cîhanê ye.

Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî) ve hatiye kirin.

Em di 110emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî (Rêveberîya İttihat Terakî)û hemû alîkarên wan bi tundî rûreş dikin.

Em şirîkê êş û xema gelê  Ermenîyan e."

24.04.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê