PWK: Em êrişên li dijî nivîs  û govenden Kurdî şermezar dikin

.

Li Wanê nivîsên Kurdî yên li ser kolanan ku  ji bo hişyarîya ajokaran hatine nivîsandin, ji alîyê hinek kesan ve û li Amêdê jî li ser daxwaza Walîyê Amedê hatine reşkirin.

Herweha di van çend rojên dawî de li gelek bajarên Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê bi hinceta stranên Kurdî û govendan gelek kes hatine desteserkirin.

Van êrîşên li ser nivîsên kurdî û destserkirina kesên ku bi kurdî stran gotine, nîşana nîjadperestîyê ye, nîşana bê tehemulî û dijayetîya zimanê kurdî ye.

Em van êrîşan, helwesta Walîyê Amedê û van desteserkirinên ji bo stranên kurdî şermezar dikin.

Em bangî rayedaran dewletê dikin da ku wan kesên ku nivîsên kurdî xera kirine eşkere bikin, ceza bikin.Em bangî Walîyê Amedê jî dikin da ku dev ji dijminatîya zimanê kurdî berdin.

Herweha em bangî rayedaran dewletê dikin da ku wan kesên ji bo govend û stranên kurdî hatine desteserkirin demildest bêne berdan.
29.07.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdistan Haberleri

Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
Elî Zeydî wekî Serokwezîrê Îraqê dest bi kar kir
Seroka Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê Seyran Dûran Li Amedê Seredana PWKyê Kir
Mem Ararat: Ez ne xulamê bavê ti kesî me
TIRKIYE - Amerîkayê fermandarekî Ketayîb Hizbulahê desteser kir