PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin

.

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê cezakirina Serokê Komeleya Şopdarên Pêşengên Kurd Alî Çeven daxuyaniyek da.

PWKê di daxuyaniya xwe de ev ceza wek "berhema hişmendî û siyaseta dijayetiya miletê Kurd" binav kir û xwest ku ev doz û ceza ji holê rabe.

Daxuyaniya PWKê wiha ye: 

Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin

Serokê Komeleya Şopdarên Pêşengên Kurd Alî Çeven di roportajeke ku di kolanê de pê re hatibû kirin de gotibû “Ez ne Tirk im” û paşê bûbû hedefa êriş û tehdîdan.

Alî Çeven piştî wê roportajê bi hinceta “propagandaya rêxistina çekdar a terorê kiriye” hatibû girtin.

Doza Alî Çeven li Dadgeha 20emîn a Ceza ya Bingehîn a Buyukçekmeyê hat dîtin.

Tevî ku dozger daxwaza beraetê wî kir jî dadgehê daxwaza dozger ya beraetê red kir û 3 sal cezayê girtîgehê li Alî Çeven birî.

Cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn, berhema hişmendî û sîyaseta dijayetîya miletê Kurd e.

Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin.

Divê ev doz û cezaya ku hatîye birîn ji hole rabe.

29.01.2025

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin