Putin heta sala 2036ê dikare bibe serokê Ûrisan

Hilbijêran li Rûsya, makezagona ku wê pêşîya seroktîya Rûsya Vladimir Putin heta sala 2036an veke pejirand.

Hilbijartinên bo makezagona ku wê pêşîya seroktîya Putin heta sala 2036an veke, di 1ê Tîrmehê de bi dawî bû.

Ji %78ê hilbêjêrên Rûs berdewamîya seroktîya Putin heta sala 2036an pejirandin û gotin ‘erê’

Lijneya Hilbijartina Rûsya da zanîn ku, ji %65 Rûs tevlî hilbijartina guhertina makeqanûnê bûne.

Ev guhertina makezagonê, wê bihêle Putin piştî erka wî ya di sala 2024an de diqede, 2 serdemên din bikaribe di hilbijartinan de bibe namzed.

Çavdêrên Serbixwe yên Hilbijartinan û dijberên Kremlin da zanîn ku, kesên tevlî hilbijartinan bûne zêde tê nîşankirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist