Putin: Em dixwazin proseya Astana berdewam bike

Piştî civînê di konferanseke rojenemevanî de Vladimîr Putîn aşkere kir ku ew dixwazin proseya Astana berdewam bike û wê şerê wan li dijî terorîstan jî ranewestînin.

 

Navenda Nûçeyan - Civîna Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin û Serokkomarê Tirkîyê bi dawî bû. Piştî civînê di konferanseke rojenemevanî de Vladimîr Putîn aşkere kir ku ew dixwazin proseya Astana berdewam bike û wê şerê wan li dijî terorîstan jî ranewestînin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi hevtayê xwe yê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re îro roja pêncşemê 05.03.2020an dest bi danûstandinên li ser agirbestekê li bakurê rojavayê Sûrîyê kir.

Piştî civînê alîyên Erdogan û Vladimîr di kongreyeke rojnemevanî de axivîn. Putîn da zanin ku ku ew dixwazin vegerin ser proseya  Astanayê. Herwiha Putîn aşkere jî kir wê şerê wan ligel çekdarên terrorist jî berdewam dike.

 Basnews

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin