Putin: Cîhê hêzên ne rewa li Sûrîyê namîne

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevpeyvînek li gel çend kanaleke çapemenîyê de hişyarî da û got, ti hêzeke nerewa li derveyî desthilata rejîma Sûrîyê, dê li ser axa wî welatî cîhê wan nemîne.

 

Navenda Nûçeyan- Putin amaje bi wê yekê jî kir, ku hîn hêvî heye bo dawî anîna krîza Sûrîyê û darijandina destûrekî ku mafê hemû pêkhateyên nav Sûrîyê biparêze. Wek amajeyek jî dibêje dialoga aliyan bi navbeynkarîya Rûsya, Tirkîye û Îranê ve pêngavên baş li ser wê hatin avêtin û ber bi destûrekî ku hemû alî bi opozîsyonê ve jî razî bibin pêşde çûye.

Di bersiva pirsa derbarê hebûna hêzên leşkerî ya Rûsyayê li ser axa Sûrîyê de jî Putin got, welatê wan amadeye destbicî hêzên xwe li Sûrîyê vekêşe û eger hikûmeta Sûrîyê wê daxwazê lê bike. Serokê Rûsyayê herwaha dîyar dike ku ew li ser daxwaza Şamê li Sûrîyê ne û hewla dawî anîna krîza Sûrîyê didin.’’

Putin dîyar dike ku yekitîya ax û serwerîya Sûrîyê pêwîste bê parastin û hemû welatên xwedî hegemon li navçeyê rêz li biryarên Sûrîyan bigirin. Heman demê de Putin spasîya Siûdîyê dike bo hatina pêş bo babeta dîtina çareserîyekî sîyasî ya aştîxwazîyê li gel Rûsya, Tirkîye û Îranê di derbarê Sûrîyê de.

Çavkanî: Basnews

 

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'