PSK: Dîsa Kesên Sîvîl Bûne Qurbanên Tundutijiyê

Li bajaroka Pasurê ya gîrêdayiya Amedê, teqinek çêbû û di encama teqinê da 9 gundî canê xwe dan û zêdetir 10 kes jî birîndar bûn.

Li bajaroka Pasurê ya gîrêdayiya Amedê, teqinek çêbû û di encama teqinê da 9 gundî canê xwe dan û zêdetir 10 kes jî birîndar bûn.


Zanyariyên seretayî nişan didin, ku teqina hanê karê PKK ye.
Teqina hanê di zirufekê usa da çêbû, ku bertekên demokratîk li hemberê qayyuman lî qada newnetewî jî bilind dibû, ji ber çalakiya daykan li peşiya avahiya HDP li Amadê, gengeşî li ser siyaseta tundutijiyê pirtir dibû û hêviya derketina Selahaddin Demîrtaş ji zindanê xurttir dibû.


Sedemên bingehîn a teqina hanê, pêgirî li ser siyaseta çareser kirina pirsa Kurd bi rêka tank û top e, xebata çekdarî ya PKK ye.
 

Em bi tundî bûyerê hanê mehkum dikin.


PKK herçi zûtir û bê qeyd û şert divê agirbes ilan bike, dev jê siyaseta xebata çekdarî berde, ku bûye astengê mezin li peşiya xebata legal û demokratîk û binbesta tundutijiyê kurtir dike û bi vî awayî zirar dide gelê Kurd û tevgera azadî û demokrasiyê.


Banga hikumeta AK Parti dikin, ku dev jê siyaseta dewlete ya derheqa pirsa Kurd berde, bona ku pirsgirêka Kurd bi rêka diyalog were çareser kirinê, gavên demokratîk bavêje û dev jê operasyonen leşkerî li Kurdistanê berde.


Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbata qurbaniyên teqina hanê dikin, şirikê xema wan in saxî û silametî ji bona birîndaran dixwazin.


13 Îlon 2019
Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî