Projeyeke mezin û stratejîk li Herêma Kurdistanê destpê dike

Li bajarê Hewlêrê Paytexta Herêma Kurdistanê projeyeke mezin û stratejî li Herêma Kurdistanê destpê dike û pirsgirêka ava giran ya bajarê Hewlêrê çareser dike.

Navenda Nûçeyan- Îro li Hewlêrê rêûresma îmzekirina girêbesta çakirina karta xizmetguzarîyê li Herêma Kurdistanê birêve çû.

Wezîrê Şaredarî û Geştîyarîyê yê Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, wezareta wî îro rêkeftinek bi Ajansa Jabonyayê bo Hevkarîya Navdewletî (Cayka) re ji bo çakirina karta xizmetguzarîyê li seranserî parêzgehên Herêma Kurdistanê îmze kir.

Dîyar kir jî, ev girêbest di çarçova qerza Japonyayê ji Iraqê re hatîye îmzekirin û yek ji xalên wê, dirustkirina kenalên jêrzemînê ên ava giran li bajarê Hewlêrê ye.

Pêştir Tokyoyê ragihandibû, pareke Herêma Kurdistanê ji qerzê Japonyayê bo Iraqê re heye.

Ji alîyê xwe ve Parêzgarê Hewlêrê Ferset Sofî dîyar kir, projeya dirustkirina kenalên ava giran li Hewlêrê, li ser 4 qonaxan dibe û 77 mehan dirêj dike. Ev proje dê hemû metirsîyên tenduristîyê û jîngehê bidawî bike.

Ev proje di çarçova hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo çakirina jêrxaneya xizmetguzarîyê de tê.

                                                            

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist