Pompeo: Hêzên Amerîkî ji bo piştevaniya hikûmeta Kazimî li Iraqê dimînin

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo  di hevpeyvîneke Alarabiya de got: "Washington hewl dide aştiyê li herêmê pêk bîne. Iraqiyan jî nîşan daye ku ew ne girêdayî Îranê ne."

Wezîrê Derve yê Amerîka li hiştina hêzên Amerîka li Iraqê da xuyakirin, mayîna wan ji bo piştevanîya hikûmeta Mistefa Kazimî ye û got, Amerîka dê bu berdewamî berjewendiyên xwe yên li herêmê û hevpeyamnên xwe biparêze.

Pompeo li ser DAIŞê jî diyar kir: "Me hevpeymanek ava kir ku karibû rêxistina terorê li Iraq û Sûriyê têk bide."

Pompeo di beşeke din a hevpeyvînê de derbarê tedbîrên ku dikare Amerîka yên li dijî mîlîsên Îranê yên li Iraqê da zanîn: "Wê paşê ew tedbîr werin diyarkirin".

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Pompeo li ser mijara Îranê jî got: "Rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya stratejiya xwe ya li Rojhilata Navîn de, hevpeymanekê ji bo serederiya bi Îranê re ava kiriye.. Em ê hevpeymanekê ava bikin da ku îran ewlehiya herêmê têk nede."

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Pompeo a dijî Îranê piştî ku Amerîkayê ragihand wan balafirên bombardimanê B-52 şandine Rojhilata Navîn hat ku hatibî gotin, “Armanca şandina B-52yan ji bersiva dijminan bidin û hevpeymanên xwe biparêzin e."

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin