POMPEO: Hêzeka mezin a Rojavayî li Sûrîyê bimînin

Wezîrê Karê Derve yê Amerîka Mike Pompeo diyar kir, DYA hewil dide ku Ewropa bike beşa herî mezin a hêzên Rojavayî (Welatên Ewropî) ku wê li Sûrî bimînin.

Di civîna Kongreya Amerîkayê de Pompeo bersiva pirsa Senatorê Komarî Lindsey Graham ya derbarê leşkerên Ewropayê ku dê li Sûriyê bimînin da û got: “Helbet, ev e ya ku em niha li ser wê gotûbêjan dikin.”

Daxuyanîyeke din a di vê derbarê de ji Çavuşogluyî jî hat.

Çavuşogluyî di hevpeyvîneka televîzyonekê da ragihand ku wî ji Pompeo re gotiye nabe ku li herêma ewle ya li ser sînor bê avakirin Tirkîye lê nebe û wisa pê de çû: "Di nav herêmeke ewle ku em tê de nîn bin, em ê xwe bi ewle hîs nakin"

Li ser S-400an jî Çavuşoglu anî zimên ku heke Amerîka Patrîotan nefiroşe Tirkîye, ew ê S-400an duyemîn car dikarin ji Rûsyayê bikirin an sîstemeke din dikarin peyda bikin. 

Li ser vê daxuyanîya Çavuşogluyî, Kremlînê jî daxuyanîyek belav kir û got Rûsya xwedîye derfetan in ku  hevkarîya teknîkî-leşkerî ligel Tirkîyeyê berfirehtir bikin.

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene