Pompeo: Herî Zêde Amerîka Alîkarîya Welatên Afrîqa Dike

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dîyar kir ku wan alîkarîya diravî ya bo saxlemîya cîhanê kêm nekirîye.

Navenda Nûçeyan - Pompeo ji BBC’ê re da zanîn ku ew ji welatên herî feqîr yên cîhanê re alîkarîyê dişînin û dê encamên wan baş bin.

Serokê Amerîka Donald Trump di rojên borî de alîkarîya diravî ya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) rawestandibû.

Mike Pompeo got ku ji welatên Afrîqa re bo têkoşîna dijî vîrusa kroona herî zêde Amerîka alîkarîyê dide.

Wî bang li welatên Afrîqa kir ku ji Çînê paşxistina deynan bixwazin.

Wezîrê Derve yê Amerîka, herwiha dîyar kir ku wan di salên borî de ji Çînê 10 qat zêdetir alîkarîya WHO kirîye.

Trump, WHO bi piştgirîya Çînê jî tawanbar kiribû, lê WHO ew îdia red kiribûn.

 

Amerîka Haberleri

Dengên teqînan li Tehranê hatin bihîstin
Îraq, Qeter, Kuweyt û Behreynê qadên xwe yên asmanî girtin
Li Kanadayê otomobîlekê xwe da nav festîvalê: Gelek mirî û birîndar hene
Trump telefon, komputer û çîpan ji nav lîsta baca gumrikê derxist
Konsulê Ermenistanê: Herêma Kurdistanê nasnameya Ermeniyan û çanda wan parastin