Wezîrê Derve yî Amerîka Mike Pompeo bûyera teqekirina li Hewlêrê û kuştina dîplomatkarekî Tirkiyê bi tundî şermezar dike.
Di daxuyaniyekê de Wezîrê Derve yî Amerîka ragihand, ev cure riftara tundûtûj ti bihaneyek jê re nîn e û tekezî jî li ser piştevaniya hikûmeta Tirkiye û Iraqê kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.
Piştî bûyera teqekirinê, çendîn welatan nîgeraniya derbirîn. Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê, êrîşa li bajarê Hewlêrê şermezar kir û hevxemiya welatê xwe ji hikûmeta Tirkiyê re nîşan da.
Herwiha Şanderê Netewên Yekgirtî li Iraqê, ji bilî şermezarkirina êrîşê, ragihand ku ti bihaneyek ji vê êrîşê re nîn e û serxweşî li kesûkarên qurbaniyan kir û daxwaza desteserkirina tawanbaran kir.
Wezareta Derve ya Urdinê jî di daxuyaniyekê de êrîşa Hewlêrê şermezar kir û hêviya çakbûna bilez ji birîndaran re xwast.
Duhî 17ê Tîrmehê bûyereke teqekirinê li xwaringeheke Hewlêrê rû da, di encamê de karmendekî Konsolxaneya Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê mirin.
Kurdîstan Haberleri
Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in