Pompeo Dê Serdana Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî Bike

.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê roja Înê dest bi gereke li 7 welatan bike.

Pompeo di brîfînga heftane de ji rojnamevanan re dîyar kir ku ewê here Fransa, Gurcistan, Tirkîye, Îsraîl, Qatar, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Erebistana Saudî.

Wî da zanîn ku rêvebirîya Serok Donald Trump bo aştîya Rojhilata Navîn û peyvajoya normalkirina peywendîyên bi Îsraîlê re serketî ye û got ku ewê bi rêberên welatên li herêmê re ser wê peyvajoyê biaxife.

Li ber e ku Wezareta Derve ya Amerîka di demeke kin de bernameya Pompeo ragihîne.

 

Amerîka Haberleri

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan
CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên