Pompeo daxwaz kir Amerîka û Ewropa zêdetir bi hev re tevbigerin

.

Li Fransayê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo daxwaz kir, Amerîka û Ewropa ji bo rêgirtina karên Tirkiyê li Rojhilata Navîn, bi hev re zêdetir bixebitin.

Li gor rojnameya Fransî Le Figaro, Mike Pompeo da zanîn: “Ez û Serokê Fransayê li ser tundrewiya tevgerên Tirkiyê de, di heman nêrînê de ne.”

Pompeo destnîşan kir, Tirkiyê piştgiriya Azerbaycanê kir, da ku di şerê Qerebaxê de bi ser bikeve.

Herwiha Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, tevgerên Tirkiyê yên li Lîbya û Deryaya Spî şermezar kir û bi tundî ew êrîş red kir.

 

Amerîka Haberleri

Serok Barzanî di salvegera Referandumê de: Dengek ji bo dîrokê û bîranînek ji bo nifşan
CENTCOM: Me 5 keştiyên petrolê yên Îranê teqandin
Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên