Pompeo bo Ebdulmehdî: Divê bilez daxwazên xwepêşanderan bên pêkanîn

Mike Pompeo ji Adil Ebdulmehdî re gotîye, ku xwepêşandan mekanîzmeke bingehîn a birêveçûna demokrasîyê ye, û ew kuştina wê hejmara mezin a xwepêşanderan û revandina xelkê protesto dikin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku Wezîrê Derve Mike Pompeo pêwendîyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê encam daye, û daxwaz jê kirîye, ku daxwazên rewa yên xwepêşanderan bi çaksazîyên bilez û nehêlana dengelîyê çareser bike.

Mike Pompeo ji Adil Ebdulmehdî re gotîye, ku xwepêşandan mekanîzmeke bingehîn a birêveçûna demokrasîyê ye, û ew kuştina wê hejmara mezin a xwepêşanderan û revandina xelkê protesto dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha tekezî li ser piştgirîya berdewam a Amerîkayê bo Iraqê di çarçoveya rêkeftina stratejîk a navbera Waşington û Bexdayê kirîye, herwiha tekezî li ser piştgirîya bo Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de jî kirîye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje jî, ku tundûtûjîyeke zêde li dijî xwepêşanderan hatîye kirin, û hinek rapor behsa revandina xelkê jî dikin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê jî di daxuyanîyekê de aşkere kir, ku Adil Ebdulmehdî tekezî li xwesteka Iraqê ji bo bihêzkirina pêwendîyên du alî û bihêzkirina têkilîyên Iraqê û welatên cîran û rêzgirtinli serwerî û serxwebûna wan kirîye .

Ofîsa Adil Ebdulmehdî daye xuyakirin, ku hikûmeta Iraqê dê li ser serederiyên xwe yên erênî li gel xwepêşanderan berdewam be , daku li gor desûr û yasayê daxwazên wan tên cîbicîkirin.

Çavkanî: Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da