Polonya ji bo ketina nav herêmên sînor qedexe danî

.

 Wezareta karên hundir ya Polonyayê ji bo 183 jîngehên li ser sînor, qedexeya çûna wan jîngehan danî. Li ser sînorê navbera Belarûsê û Polonyayê di 2 yê êlûnê de rewşa awarte hatibû ragihand û îro qediya. Li ser qedandina rewşa awarte di qanûna parastina sînor de li parşementoyê guherîn hat kirin.

Bi guhertina qanûn li ser mijara koçberan erkên zêdetir dan wezaretê. Li ser zêdekirina erkê, wezîrê karên hundir Mariusz Kaminski biryarnameyekî derxist. Di biryarnamê de li rojhilatê welat li herêmên Lubusz û Podlaskiyê li 183 jîngehan, ji bilî kesên li wan deran dixebitin, wê ti kes neçe herêmê.

Kesên bixwazin herin jîngehan, divê ji rêvebiriya parastina sînor îznê bistînin. Biryarname ji ber koçberên li ser sînor ku dixwazin ji Belarûsê derbasî Polonyayê bibin hat belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin