Polîtburoya PDKê bi boneya salvegera damezrandina YNKê pîrozbahî li wê partiyê kir

.

Ji ber 49emîn salvegera damezrandina YNKê, Polîtburoya PDKê peyamek arasteyî wê partiyê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Polîtburoya PDKê waha ye:

Birêz Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî,

Birêz Polîtburo û Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê,

Bi boneya 49emîn salvegera damezrandina YNKê, pîrozbahiyekî germ li we yên birêz, kadro, endam û alîgirên partiya we ya tekoşer dikin û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazin.

Di vê derfetê de careke din em teqezî li hemahengî, yekrêzî û hevxebatiya mil bi mil a hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê dikin ji bo çareseriya pirsgirêkên çarenivîssaz û parastina destkeftên gelê me û parastina pêkhateya Herêma Kurdistanê û bihêzkirina saziyên wê.

Careke din pîrozbahiyê li we dikin û her serkeftî bin.

Polîtburoya PDKê

01.06.2024

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist