Polîsên ku ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, kuştî hatin dîtin

Ew her du polîsên Iraqî yên ku li gundekî devera Dûbiz ya Kerkûkê ji alîyê DAIŞê ve hatibûn revandin, kuştî hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan - Wekîlê qaymeqamê bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê, Welîd Hemdanî ji BasNewsê re got, şeva 7 vê mehê çekdarên DAIŞê li gundê Tenek yê Dûbizê efserek û 2 polîsên Iraqî revandibûn. Roja paşîn (8 mehê) efser kuştibûn û termê wî avêtin çolê.

Welîd Hemdanî her wiha got, piştî du rojan me zanî ku ew du polîsên ku di destê wan de mabûn, jî kuştine. Termê wan îro hat dîtin.

Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist