Polîsan bi ser şaredariyê de girt: Hevserok hat desteserkirin!

.

Polîsên doh bi şev Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir, serê sibehê jî bi ser şaredariyê de girt. Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş hat binçavkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, bi sedan polîsan doh bi şev dora saet di 23.00yan Şaredariya Colemêrgê dorpêç kir.

Kolana ku şaredarî lê ye û hemû kolanên li derdorê ji aliyê polîsan ve hatin girtin.

Hat îdiakirin ku piştî dorpêçê vê sibehê serê sibehê deriyên şaredariyê hatine şikandin, bi ser şaredariyê de hatiye girtin.

Mehmet Siddik Akiş hat desteserkirin

Hat zanîn ku Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş jî li Wanê hatiye desteserkirin.

DEM Partiyê daxuyanî da

Li hêla din, DEM Partiyê piştrast kir ku polîsan bi ser Şaredariya Colemêrgê de girtiye û Mehmet Siddik Akiş hatiye desteserkirin û got:

“Em vê têgihiştina qeyûmparêz red dikin. Gelê me 31ê Adarê bi rêyeke demokratîk nîşan da ku vê zîhniyeta qeyûmparêz nas nake.”

DEM Partiyê bang kir ku hemû kes helwesta xwe ya li beramberî vê yekê nîşan bide.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adarê de Şaredariya Colemêrgê standibû.

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin