Platfotma Zimanê Kurdî ofîsa xwe li Semsûrê vekir

.

 Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ragihand ku nûnertiya xwe li parêzgehe Semsûr a Bakurê Kurdistanê vekir û got, “Di dorê de, Şirnex, Wan û Riha jî hene. Em ê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.”

Platforma Zimanê Kurdî ofîsa xwe li bajarê Semsûrê vekir,  Platforma zimanê Kurdî heta niha li çend bajaran ofîsên xwe vekirine û dixwazin ku li bajarên din ên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê de ofîsên xwe vekin û zimanê Kurdî pêş bixînin.

Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî îro 19ê Cotmeha 2021an di daxuyaniyekê de ragihand ku ragihand ku wan li parêzgehe Semsûr vekir.

Şerefxan Cizîrî diyar kir ku li her bajarekê kesên xwecihî yên bajar dê şaxa platforma zimanê Kurdî birêve bibin û da zanîn ku di dorê de şaxên, Şirnex, Wan û Riha jî hene û ew dê li van bajaran jî nûnertiyan vekin.

Platforma Zimanê Kurdî di sala 2018an de bi armanca  pêşxistin û xwedîderketina li zimanê Kurdî ji aliyê çendîn partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ve li parêzeha Amedê hat avakirin.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!