Platforma Zimanê Kurdî: Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Rêveberên Platformê bang li xwendekarên Kurd û malbatên wan kir ku dersa Kurd bibijêrin û dan zanîn ku bo hevdîtinan rayedarên dewletê re pêk bînin ew ê di meha sibatê de serdana Enqerê bikin.

Navenda Nûçeyan- Platforma Zimanê Kurdî li Dîyarbekirê civînek li dar xist û gotinên Wezîrê Dadê Yê Tirkîyeyê Evdilhemît Gul û dersa bijare ya Kurdî nirxand. Rêveberên Platformê bang li xwendekarên Kurd û malbatên wan kir ku dersa Kurd bibijêrin û dan zanîn ku bo hevdîtinan rayedarên dewletê re pêk bînin ew ê di meha sibatê de serdana Enqerê bikin.

Platforma Zimanê Kurdî bo dîyarkirina nexşerêya xwe ya sala 2020an civînek li dar xist û mijara dersa bijare ya Kurdî nirxand û bang kir ku xwendekarên Kurd dersa bijare ya Kurdî bibijêrin. Yek ji mijarên civînê jî gotinên Wezîrê Dadê Yê Tirkîyê Evdilhemît Gul bû. Gul di axaftinek xwe de amaje kir ku di dadgehan de bo zimanê Kurdî wek "zimanekî ku nayê zanîn" pênase tê kirin û ev yek nayê qebûlkirin û Kurdî zimanekî bi hezaran salan e tê axaftin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî amaje kir ku gotinên Wezîr erênî ne, lê di merîyetê de jî divê ev yek were dîtin ku statuya fermî ya zimanê Kurdî hebe.

Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: "Zimanê Kurdî zimanekî dîyar e, cîhan hemû dizane ku zimanekî wiha heye, Erep jî dizanin, Fars jî dizanin. Çi dema ku dikevin tengasîyê behsa zimanê Kurdî dikin. Durû ne. Eger helwesta wan wiha bidome, em dikarin di rojên pêş de bi wan re rûnin."

Li Tirkîyê di dibistanan de dersa zimanê Kurdî wek dersa bijare di polên 5, 6, 7, û 8. de tên dayîn, lê ji bo ku xwendevan dersa zimanê Kurdî bibînin, divê heta 9ê Rêbendanê ango vê mehê dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Rêveberê Platforma Zimanê Kurdî Vahît Aba bang dike ku xwendekarên Kurd dersa zimanê xwe bibijêrin.

Vahît Aba dibêje: "Em bang dikin ku her xwendekarek Kurd dersa Kurdî hilbijêrin. Unesco dibêje zaraveyê zazakî di bin xetereya windabunê de ye. Kurmancî jî di bin xetereyê de ye. Bila xwendekar dersen zaraveyên Kurmancî û zazakî hilbijêrin."

Platforma Zimanê Kurdî amadekarîyan dike ku di 4 û 5ê Sibatê de li Enqereyê serdana sazîyên navneteweyî yên wek UNESCO û Neteweyên Yekgirtî bike û paşê jî bi partîyên sîyasî ên di parlementoyê de ne hevdîtinan pêk bîne. Platforma Zimanê Kurdî dê daxwaz bike ku li Tirkîyeyê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

 

K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir