Platforma Demokrasiyê ya Batmanê bo Oyku Arîn mêjiya hestiyê bexşand

Platforma Demokrasiyê ya Batmanê û herwiha Jûra Dermanfiroşan a Batmanê bi çerçoveya kampanyaya bexşandina mêjiya hestiyê bo Oyku Arînê, mêjiya hestiyê bexşand.

Platforma Demokrasiyê ya Batmanê, bo Oyku Arîna sisê û nîv salî ku ji meha Berfambara par ve li dijî losemiyê têdikoşe, kampanyaya bexşandina mêjiya hestiyê da destpêkirin. Endamên Platformê bi armanca ku bibin donorên guncav, xwîn bexşandin. 

Şaxa Batmanê ya Egitim-Senê ku yek ji pêkhateyên Paltforma Demokrasiyê ye li ser hesaba xwe ya teîtterê ragihand wan weke Platforma Demokrasiyê ya Batmanê, bo Oyku Arîn û hemû nexweşên Losemiyê, xwîn bexşandine û bangî tevahiya mirovan kir û got: "Hêvî her heye. Tu jî dikarî bibî hêviyek."

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist