Plasschaert careke din ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê dicive

.

Piştî du car civînên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û negihiştina rêkeftinê, di nava vê hefteyê de careke din bi amadebûna Nûnera Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert dicive.

Piştî du car civînên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û negihiştina rêkeftinê, di nava vê hefteyê de careke din bi amadebûna Nûnera Neteweyên Yekbûyî Jeanine Hennis-Plasschaert dicive.

Îro şemiyê 2yê Tîrmeha 2022yan, Berpirsê Jûra Hilbijartinan a Tevgera Goran Karzan Gerdî ji K24ê re diyar kir: “Di nava vê hefteyê de aliyên siyasî li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi amadebûna Nûnera Neteweyên Yekbûyî  dest bi gera sêyem a gotûbêjan dikin.”

Karzan Gerdî eşkere kir: “Heta niha negihiştine rêkeftinê, lê belê hevfêmkirin heye.”

Roja 9ê Hezîrana 2022yan, duyem civîna aliyên siyasî bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert birêve çû.

Civîna duyem a aliyên siyasî, ev mijar li xwe digre:

1- Dema hilbijartinan

2- Aktîvkirina komîsyonê

3- Sererastkirina yasaya hilbijartinan ji aliyê yek bazneyî û fire bazneyî

4- Paqijkirina lîsteya tomara dengderan.

Ev civîn jî berdewama civîna 26ê Gulanê bû, ku li baregeha Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê, di navbera Jeanine Hennis-Plasschaert û partiyên Kurdistanî de birêve çû.

(K24)

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin