Piştî şerê PKKê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin

.

Bi biryara Parêzgariya Mêrdînê, li qezaya Artûklû ya wê parêzgehê qedexeya derketina derve hat ragihandin û operasyona hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê jî li navçeyê berdewam e.

Parêzgariya Mêrdînê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “ji demjimêr 05:00 îro Înê 10ê Îlonê ve heta derketina daxuyaniyeke duyemîn û bidawîbûna operasyonên li herêmê, li navçeya Artûklûyê û gundê Kurika Çeto û mezrayên derdora wê qedexeya derketina derve tê ragihandin.”

Ragihandina qedexeya derketina derve li wê navçeya Mêrdînê, piştî şerê duh ê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de tê, ku di encamê de polîsekî Operasyonên Taybet hat kuştin.

Doh Pêncşemê li gundê Kurika Çeto yê ser bi navçeya Artuklu ya parêzgeha Mêrdînê ve, di navbera gerîlayên PKKê û hêzên Tirkiyê de şer derket û di encam de polîsekî Tirkiyê birîndar bûbû, ku hat ragihandin ji tîma Operasyonên Taybet bûye.

Derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve heta niha ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin