Piştî peyama Mesrûr Barzanî hikûmeta Iraqê biryarek kirîtkî da

Wezareta Dad ya Iraqê biryar da tevahiya girêbestên çandiniyê û zeviyan yên ku di dema Sedam Husên de hatine tomarkirin, li deverên Kurdistanî bên hilweşandin.

Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka tund li ser rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê û hewlên guhertina demografiya wan deveran ji aliyê erebên hawirde ve belav kir, wezareta dad ya Iraqê bi derxistina biryarekê bersiva peyamê da.

Wezareta dad ya Iraqê ragihand, biryar dane tevahiya girêbestên çandinî û zeviyan, yên ku dikevin nav madeya 140 ya Destûra Iraqê û li ser bingeha guhertina demografiyê li parêzgehên Neynewa, Selahedîn, Kerkûk, Diyale, Necef, Kerbela û Enbarê hatine tomarkirin, bên hilweşandin heta encumena wezîran ya Iraqê çareyekê ji wan arîşeyan re dibîne.

Bi vî rengî, êdî erebên hawirde dê nekaribin bi hêsanî zevî û gundên kurdan li deverên Kurdistanî dagîr û zeft bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin