Piştî agirbestê Tirkîyê kuştina 21 serbazên Sûrî ragihand!

Piştî ragehandina agirbestê li bakûrê rojavayê Sûrîyê, Tirkîyê da zanîn ku 21 serbazên rêjîma Sûrîyê li wir kuştine!

Navenda Nûçeyan - Nîvê şeva borî agirbesta Rûsya-Tirkîyê, ku piştî hevdîtina Erdogan û Putîn li Mosko pêk hat, li bakûrê rojavayê Sûrîyê cîbicî bû.

Piştî ragehandina agirbestê, Tirkîyê kuştina du serbazên xwe li Îdilbê ragehand.

Wezareta berevanîya Tirkîyê jî ragihand, ku di  berisva kuştina serbazên xwe de, wan jî bingehên artêşa Sûrîyê kirine armanc û di encam de, 21 serbazên hikûmetê kuştine.

Dezgeha çavdêrîya mafên mirov li Sûrîyê, jî ragihandîye ku tevgera firokeyên Rûsya li devera ku agirbest lê hatîye ragihandin, nemaye lê artêşa Sûrîyê çeperên hêzên opozîsyonê yên li derdora Hema, Heleb û Cebel Elzawîye da ber topan.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist