Ji 28ê Sibatê ve Herêma Kurdistanê bi 719 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Di encamê de 18 kesan canê xwe ji dest da û 94 kes jî birîndar bûn.
Ji 8ê Nîsanê yanî ji roja agirbestê heta niha jî bi 16 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hat kirin.
Tevî ragihandina agirbestê û domandina agirbestê, êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Tenê di 48 demjimêrên borî de Herêma Kurdistanê bi 12 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Heşt ji wan li parêzgeha Hewlêrê û çar jî li parêzgeha Silêmaniyê bûn.
Ji ber yek ji êrişên li Silêmaniyê, Pêşmergeyeke Komeleya Şoreşger a Kurdistanê şehîd ket û 2 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Li gorî şopandina Rûdawê, ji piştî agirbestê yanî ji 8ê Nîsanê ve Herêma Kurdistanê bi 16 dron û mûşekan hatiye bombebarankirin.
Piraniya êrişan partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê û kampên xizmên wan kirine armanc.
Êrişên herî nû yên piştî agirbestê li ser Herêma Kurdistanê:
Berê sibeha îro êrişeke dronî li ser kampa Pakşar a li Hewlêrê hat kirin ku xizmên Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) lê ne.
Berpirsekî partiyê ji Rûdawê re got, ji xeynî zererên madî ti zererên canî çênebûne.
Saet 12:15ê berê sibeha îro, êrişeke dronî li ser baregeha yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê ya li Dola Alanê ya li Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin.
Berpirsekî wê partiyê got ku ti birîndar tunin.
Saet 12:10ê berê sibeha îro pêncşemê, "bi mûşekekê" êrişî yek ji baregehên partiya Komeleya Şoreşger a li Zirgwêzeleyê ya Silêmaniyê hat kirin. Berpirsekî partiyê got, "Tu zererên canî nînin.”
Saet 14:16ê piştî nîvroya doh çarşemê, êrişeke dronî li ser nahyeya Dêgeleyê ya li Hewlêrê hat kirin ku xizmên yek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê ne.
Li gorî Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, sêşemê 14ê Nîsanê saet 17:15ê êrişeke dronî li ser kampeke penaberan a li Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.
Saet 17:15ê êvara sêşemê, bi sê dronan êrişî kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya li nahyeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin.
Di encamê de du kes birîndar bûn û kesekî jî piştî birîndarbûna giran canê xwe ji dest da.
Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand ku sêşemê 14ê Nîsanê di demên cuda de, bi çar dronên bombebarkirî êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Piştî êrişan û di navbera 8 û 10ê Nîsanê de, çar êrişên din li ser parêzgeha Hewlêrê hatin kirin û herî kêm çar dron tê de hatibûn bikaranîn.
Amarên herî nû yên êrişan li gorî parêzgehan:
Parêzgeha Hewlêrê: 572 dron û mûşek
Parêzgeha Silêmaniyê: 119 dron û mûşek
Parêzgeha Dihokê: 26 dron û mûşek
Parêzgeha Helebceyê: 2 dron
Qurbaniyên êrişan
Li gorî amaran, di encama êrişên ji 28ê Sibatê ve 18 kesan canê xwe ji dest da û 94 kes jî birîndar bûn.
Ji kesên ku mirine; 7 jê Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yek bûn ku li Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.
Yek jê karmendê asayîşê bû ku li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ketibû.
2 jê hevjîn bûn û li mala xwe şehîd ketin.
7 jê Pêşmergeyên 3 partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn ku du li Hewlêrê, 3 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li sînorê Başîkê yê li Deşta Nînowayê şehîd ketibûn.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransî li Hewlêrê canê xwe ji dest da.
Li gorî amarên komkirî yên Rûdawê, beşek ji birîndaran ev in:
- 30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yek ên li Soranê
- 3 karmendên asayîşê yên li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê,
- 3 Pêşmerge, 2 pasewanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê
- Nobedarekî Titanic Hotelê ya li Silêmaniyê
- 2 karmendên parastina şaristanî ya Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70 û polîsek.
Di nav birîndaran de 18 sivîl hene. Yek jê motokurye bû li Hewlêrê, yek li kampa Bajid Kendal a li Zaxoyê bû, hemşîreyek li kampa Azadiyê ya li Koyeyê, 3 sivîlên xelkê Rojhilatê Kurdistanê li kampa Zewî Spî ya li Koyeyê, zarokek li Taxa Qalawayê ya Silêmaniyê, 2 hevwelatî li kampa Cejnekanê ya Hewlêrê û 4 welatî li Taxa Hewlêrê birîndar bûn.
Her wiha 2 xwendekar li qezaya Xebatê ya parêzgeha Hewlêrê birîndar bûn û 31ê Adarê 3 ciwanên din li Hewlêrê birîndar bûn.
Birîndarên din Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û pênc serbazên Fransayî bûn li Hewlêrê.
Ew herêmên ku hatine bombebarankirin:
Parêzgeha Hewlêrê:
Dron û mûşek li van herêm û gerrrekan ketine xwarê: Dola Alanê, Dola Melekan, Herîr, Kanî Qirjale, Balîsan, Xebat, nahyeya Rizgariyê, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spî, Kampa Cejnekanê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Roşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Nûseran, Hevalan, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregehên Pêşmergeyan.
Parêzgeha Silêmaniyê:
Silêmanî, Çiyayê Gulan, Îdareya Serbixwe ya Raperînê, gundê Şêx Weîsawa, Girdî Rîaye, Mêrgepan, Qalawa, Taxa Beranan, Şeqama 60 Metrî, gundê Zirgiwêz, gundê Zirgwêzele, nahiyeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, Hêzên 70, Taxa Taslucayê, Çiyayê Zimnako û baregehên Pêşmergeyan.
Parêzgehên Dihok û Helebceyê:
Qada petrolê ya Sersingê, kampa Bajid Kendal, derdora Akrê, nahiyeya Bicîlê, qezaya Berdereşê û Taxa Maltayê.
Her wiha 3 dronên din li qada petrolê ya Çemankê û li Amêdiyê jî 3 dron ketine xwarê.
Parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinriwê jî di êrişekê de bi 2 dronan hatin bombebarankirin.