Li Dêrsimê, malbatên ku di sala 1993'yan de gundên wan hatin şewitandin û bi darê zorê koçber bûn, 26 sal şûnde dixwazin vegerin gundên xwe. 3 malbat 2 meh in ji bo vegerin gundên xwe serî li saziyên fermî didin.
Li Dersimê, di sala 1993'yan de mezrika Laşikê ya girêdayî navçeya Pulurê, ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin û bi darê zorê hat valakirin. Ji ber vê zêdetirî 10 malbat mecbûr man warê xwe biterikînin û koçî rojavayê Tirkiyeyê bûn.
Malbata Sakîn û Yagiz ku li Kocaeliyê bi cih bûn û malbata Koçer jî li Bûrsayê bi cih bû, piştî 26 salan dixwazin vegerin mezrika xwe. Ji bo vê jî hatin Dersimê. Malbat ji bo li mezrikê xaniyên xwe çêkirin ketin nav hewldanan. Lê belê ji ber cihekî wan ê mayînê tune ye, 2 meh in li dunê Dûmantepe yê Pulurê bi mêvanî dimînin. Di nav vî du mehî de malbatan hevdîtin bi rayedarên walîtî, qeymeqamtî û xizmetên gundan re çêkirin. Malbatan, ji bo çareserkirina xanî, av, rê û ceryanê doza destekê kirin, lê belê heta niha tu encam ji hevdîtinan negirtine. Xizmetên gundan, ji malbatan xwest divê pêşî îkameta xwe bînin gund û paşê ji bo çêkirina xanî destûrê bigirin.
Malbat li benda encama hevdîtina ne û dixwazin rayedar peywira xwe bi cih bînin.
Siyaset Haberleri
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir