Firat Arzû yê 26 salin girtiye , piştî biryara DMME ya “Mafê darizandina adîlane hatiye binpêkirin” di saetên şevê de hat berdan. Arzû, yê hat berdani got: “Ez tu gotinan nabîn im ku hestên xwe vêbêjim.”
Firat Arzû yê di Cotmeha sala 1993’yan de li Amedê hat girtin û Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DBM) cezayê girtîgeha muebata girtan lê birî, piştî 26 salan hat berdan. Arzû ê hîna 22 salî bû ket girtîgehê û 48 salî ji girtîgehê derket, duh di saetên şevê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derket.
Hat diyar kirin ku parêzerên Arzû, di çarçoveya “Mafê darizandina adîlane hatiye binpêkirin” de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dan û piştî dadgehê biriyara “binpêkirina maf da” hat berdan. Arzû yê bi biryara DMME hat berdan, dê ji nû de bê darizandin.
Arzû piştî hat berdan derbasî mala xwe ya li navçeya Çinar a Amedê bû. Arzû, diyar kir ku ew tu gotinan nabîne ku hestên xwe vêbêje û got: “Piştî evqas sal derketina derve, hestek pir cudaye.”
Siyaset Haberleri
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir