Piştî 10ê hezîranê Eskîf wê têkeve bin avê

Bajarê 12 hezar salî tevî bermahiyên xwe yên dîrokî wê di bin avê de bimînin. Roja10 Hezîranê pêşiya bendeva Ilisu wê bê girtin, ava pingar dibê wê bajêr di bin xwe de bihêle.

Karbidestên biryardar a Bendeva Ilisû dan ragihandin di 10ê Hezîranê de pêşiya Bendava Ilisuyê wê bê girtin. Piştî ku ava bendavê pingar bide, bajarê dîrokî Eskîf (Hesenkêf) ku dîroka wê digihije 12 hezar sal berê, dê bi temamî di bin avê de bimîne.

Dewletê ji bo rûniştvanên Eskîfê bajarekî nû ava kiriye û ji xelkê dixwaze malên xwe yên li Eskîfa dîrokî bar bikin û li Eskîfa nû bi cih bibin. Bajarê nû jî hîn bi temamî nehatiye ava kirin.

 Eskîf bajarekî dîrokî ye, wê herdu mînareyên dîrokî û kumbeta Zeynel Beg êdî nema wek suletê Eskîfê xwanê bikin. Wê tenê di dîmenan de bimînin. Wek rayagiştî baş dizane bi hezar cure xwepêşandan, protesto hat kirin, lê dewleta mêtingehkar ji biryara avakirina bendavê paş ve gav navêt.

 Beşek ji berhemên dîrokî yên barber ji vî bajarê kevnar derxistine û birine li Heskîfa nû danîne. Lê Eskîf bê her du minarên xwe û kumbeta Zeynel Beg, bêyî berhemên xwe yên dîrokî weke bajarekî kavil û westiyayî dixuye.

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin