Pisporek leşkerî: Çekdarên DAIŞê piranîya xwe Iraqî ne û bi roj sivîl û bi şev jî çekdar in!

Pisporekî leşkerî ragehand, tevgera rêxistina terorîst a DAIŞê pir zêde bûye û piranîya çekdarên wê rêxistinê Iraqî ne û bi roj mijûlê karên xwe ne û bi şev jî dest bi karên terorîstî dikin.

Navenda Nûçeyan - Şarazayê leşkeri û şêwirmendê serokê herêma Kurdistanê ferîqê yekem Babekir Zêbarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Paşmayên çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê demeke xwe birêxistin kirine û roj bi roj bihêztir dibin. Ji ber wê berdewam tevgera wan zêde dibe û rojane jî êrîş dikin ser hêzên Iraqê û hemwelatîyên sivîl. Ev yek jî bûye sedemê belavbûna tirs û xofeke mezin nav xelkê de.’’

Herwaha got: ‘’Çekdarên DAIŞê sûd ji vê valatîya ewlehîyê vergirtine ku ketine navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê li navçeyên Kurdistanê. Ji ber wê jî hemwelatîyên wan navçeyan jî qurbanên serekî ne, eger çareserîyek hevbeş neyê dîtin rewşa navçeyê metirsîdartir dibe.’’

Zêbarî got: ‘’Piranîya çekdarên DAIŞê Iraqî ne û xelkê navçeyê ne. Bi roj sivîl û mijûlê karên xwe ne û şev jî çek radikin û kiryarên terorîstî pêktînin. Ev yek jî pêşhateyekî xirabe. Ji ber ew çekdar şarazayê navçeyê ne û bi asanî dikarin xwe nav xelkê sivîl de veşêrin.’’

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist