Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahîr Elçiyî wê were nûkirin

.

Di nava çar salan de bi hezaran zarok heftê carekê çûne ji vir ji xwe re pêlîstok hilgirtine û paşê anîne bi yeke din re guhertine. Pirtûkxane niha li bendî piştgiriyê ye.

Pirtûkxaneya Pêlîstokan a Tahîr Elçiyî wê were nûkirin. Komeleya Hêviyên Rengarengî ya pirtûkxane ava kiriye, wê xebatên xwe ji nû ve bide destpê kirin ku ev demeke ji ber pandemiyê sekinandibûn.

Zarokên ku pêlîstokên wan nînin û nikarin pêlîstokan bidest bixin, diçin vê pirtûkxaneyê, ji xwe re pêlîstokekê hildigirin û piştî hefteyekê wê tînin bi yeke din re diguherin.

Pirtûkxaneyê bi vî awayî di nava çar salan de xizmeta bi hezaran zarokan kiriye. Pirtûkxane niha li bendî alîkariyê ye. Komeleyê derbarê mijarê de daxuyaniyeke wiha weşandiye:

1- Hûn dikarin afîşa kampanyayê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî biweşînin û ji bo bigihîje gelek kesên din, bibin alîkar.

2- Pêlîstokên ku zarokên we edî pê nalîzin, pirtûkên ku êdî naxwînin û pisqilêtên ku êdî naajon, hûn dikarin bişînin.

3- Hûn dikarin alîkariya darayî bişînin li ser hesabên me yên fermî

Komeleya Hêviyên Rengarengî di sala 2017an de li Sûrê, navçeya Amedê ava bûye. Xwebexşan ji bo xebatên derbarê zarokan de bikin, komele ava kiriye. Di nava çar salan de li taxan gelek kargeh pêk anîne. Xwebexşan ew xirbeyên ku kargeh lê pêk hatine,  sererast û rengîn kirine. Yek ji xebatên Komeleyê jî avakirina pirtûkxaneya pêlîstokan a li ser navê Tahîh Elçiyî bû.

Bîanet

Kurdistan Haberleri

Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin
Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike
PKKyê xalên xwe yên kontrolê yên li Şingalê radestî hêzên Iraqî kir