Pirtûka Komeleya Pêşketina Jinên Kurd hat belavkirin

Pirtûka Komeleya Pêşketina Jinên Kurd hat belavkirin

 

Bi amadekariya nivîskar û lêkolînerê Kurd Kerem Serhatlî pirtûka "Komeleya Pêşketina Jinên Kurd" hat belavkirin.

Pirtûka Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ji sê beşan pêk tê û beşa yekem de behsa çend komeleyên Kurdî bi taybetî “Komeleya Pêşketina Jinên Kurd” û jiyana damezranera komeleyê Encum Yamûlkî dike.

Di beşa duyem de cih daye rêziknameya Komeleya Pêşketina Jinên Kurd ku ji 46 xalan pêk tê. Beşa sêyem jî ji belge û wêneyan pêk tê.

Yekem komelya jinan 30ê Kanûna 1918ê li bajarê Stenbolê bi navê “Komeleya Pêşketina Jinên Kurd” ji aliyê Encum Yamûlkî ve sala 199999 li Stenbolê hatiye damezrandin.

Armanca komeleê pêşxistina jinên Kurd di jiyana Kurdan a mabatî de pêkanîna nûjenên bingehîn, herwiha ji jinebî û zarokên Kurdan ên ku ji ber sirgunkirin û koçberiyê perîşan bûne kar bibînin û alîkariya pere pê re bikin.

Encum Yamûlkî di vekirina komeleyê de dibêje: “Ew xanimên bûne endamê komeleyê ha Kurd ango hezkerên Kurdan armanca  me ne li hemberî Tirkan e heta ji wan re dibine alîkar.”

Encum Yamûlkî di sala 1895an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dine. Diya wê Safiya Xanim û bavê wê Mistefa Yamûlkî Paşa ye. Mistefa Yamûlkî Paşa ji eşîra Bilbasan e, li Bexdayê Dibistana Ruşdiye ya leşkerî qedand û paşê diçe Stenbolê Zanîngeha Leşkerî bi dereceya yekemîn diqedîne.  Mistefa Yamûlkî Paşa li Stenbolê di dema Ferît Paşa de bûye Serokê Dadgeha Urfî Îdarî.

Mistefa Yamûlkî li Silêmaniyê Komelaya Kurdistana Mezin ava kir û armanca wî Kurdistana serbixwe bû. Bi vê armanca xwe di sala 1992an de bi zimanê tirkî û farisî rojnameyek bi navê Kurdistan weşand. Mistefa Yamûlkî 25ê Gulana 1936ab de di 70 saliya xwe de koça dawî dike.

Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!