Pirtûka ‘Çar Pênc Salan Beriya Vê’ ji Weşanên Avestayê derket

.

 Weşanên Avestayê dîwana nivîskar û wergêr Evdî Hesqera ya bi navê “Çar Pênc Salan Beriya Vê” çap kir.

Weşanên Avestayê diyar kir kir ku wê dîwana “Çar Pênc Salan Beriya Vê” çap û belav kiriye.

Parçe helbesteke li ser berga pirtûkê wisa ye:

Em diwêrin xwe bidin ber vî dîwarî

Wêneyekî bigirin

Em natirsin xwe bidin ber vî dîwarî

Wêneyekî bigirin

Dîwar derz bi derz

Dîwar qelş bi qelş

Li ser barekî serbar heye

Her kes newêre xwe bide ber

Lê em natirsin

Em tiştekî din jî nakin

Lê em natirsin jî

Dîwar deriziye

Dîwar qelişiye

Dîwar dinya ye

Dinyayek dîwar!

Evdî Hesqera kî ye?

Ji Kolika Semsûrê ye. Di beşa ziman û wêjeya Tirkî de lîsans û master xwendiye.

Pişt re bûye xwendekarê Kurdolojiyê yê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê.

Berhemên wî yên din:

- Merhebaya Nîmeye Şewe (Hîkaye. Weşanxaneya Roşna, 2021)

- Lîtreya Sayan Çend Lîre ya (Hîkaye. Weşanxaneya Roşna, 2021)

- Çend Kerdenê Dostê Kosmosî (Hîkaye. Li ber çapê ye)

Siyaset Haberleri

Grûpa Dostaniya Kurd û Kanadayê li Parlamentoya Federal hat aktîvkirin
Stratejiya nû ya Trump: Girîngiya Rojhilata Navîn kêm dibe
Bûyera Hermoteyê Misilman û Mesîhiyên Koyeyê zêdetir nêzîkî hev dike
Neteweyên Yekbûyî: Îsal li Sûriyeyê bi sedan kes hatine kuştin
Amerîka: Em ji biryara Îraqê ya Hizbulah û Husiyan bêhêvî ne