"Pirsgirêka Erkên Sînorên Deryayê bi Tirkîye re Çareser Nebe Mijarê Dikarin Bibin Dadgeha Edaletê"

Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mitsotakis dîyar kir ger pirsgirêka di nav Tirkîye û Yunanîstanê de ya li ser Peymana Erkên Sînorên Deryayê çareser nebe, ew dikarin mijarê bibin Dadgeha Navnetewî Edaletê.

Navenda Nûçeyan- Serokwezîrê Yunanîstanê Kiryakos Mitsotakis dîyar kir ger pirsgirêka di nav Tirkîye û Yunanîstanê de ya li ser Peymana Erkên Sînorên Deryayê çareser nebe, ew dikarin mijarê bibin Dadgeha Navnetewî Edaletê.

Rojnameya To Vima ya Yûnanîde bi Mitsotakis re hevpeyvînek kir. Serokwezîrê Yunanîstanê destnîşankir ku ew dixwazin pirsgirêkê bi Tirkîyê re çareser bikin.

"Lê divê bi zelalî îfade bikim ger em çareserîyek nebînin, divê ev mijar li Dadgeha Edaletê ya Navnetewî were dîtin" got Mitsotakis.

Yunanîstan li ser mijara lêgerîna çavkanîyên xwezayî li Deryaya Sipî bi Tirkîyê re lihevnake.

Tirkîye û Lîbya re li ser erkên sînorên deryayê peymanek îmze kir. Yunanîstan li dijî vê peymanê derdikeve û weke bertek Balyozê Lîbyayê Muhammed Yunus Menfî dersînor kir.

Dengê Amerîka

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist