Pîrozkirina 33 salîya damezrandina Partîya Azadîya Kurdista (PAK)

.

Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK) îro (19.05.24) li bajarê Koln beşdarî ahenga pîrozkirina damezrandina 33 salîya roja damezrandina Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) ya Rojhilatê Kurdistanê bû!

Rêvebirîya PWK-Ewropa, girîngî û rola PAK ya 33 salan di tekoşîna rizgarîya Kurdistan de, bi daxuyanîyek pîrozkirina damezrandina PAK re pêşkêşî desteya amadekar kir.

Aheng, bi beşdarîya Kudên ji her çar beşên Kurdistanê û rêvebir û nûnerên partîyên Kurdistanî, bi kêf û şahî, bi beşdarîya hunermendan, bi awaz, sitran û dîlan bi dawî hat.

Daxuyanîya PWK:

________________________________________________________________

Partiya Welatparêzên Kurdistan

Partiya Welatparêzanê Kurdistanî

Kürdistan Yurtseverler Partisi

Kurdıstan Patriots Party

(PWK Ewropa)

________________________________________________________________

Ji Desteya Nûnertiya Partîya Azadîya Kurdistanê re!

Me vexwendina we ya ji bo pîrozbahiya 33 salîya damezirandina Partîya Azadîya Kurdistanê wergirt. Em bi kêfxweşî beşdarîya pîrozbahiyê we dibin.

Em wek partîyeke bira ji nêz ve dizanin û şahidê xebat û têkoşîna we ya 33 salan ne. Em dizanin PAK ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîn daye, herweha li hember êrîşên li Başûrê Kurdistanê, di sîperên herî pêş de, bi birayên xwe yên Başûrî re mil bi mil li dijî dagirkeran şer kiriye û şehîd dane.

Em 33 salîya partîya we ya têkoşer bi dil û can pîroz dikin û silavên xwe yên biratîyê rê dikin.

Partîya Welatparêzên Kurdistanê

Nûnertîya Ewropayê

________________________________________________________________

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin