Pilana Erdogan ya avakirina “herêma aram” eşkere bû

CHP: Ew pilan tê wateya parçekirina Sûrîyê!

BasNews

Dewleta Tirkîyê pilana xwe ya avakirina “herêma aram” li Rojavayê Kurdistanê eşkere kir.

 

Beşek mezin ji medyaya Tirkîyê bi taybet medyaya nêzîkî hikûmetê îro pilana dewleta Tirkîyê bo avakirina “herêma aram” li nav xaka Sûrîyê-Rojavayê Kurdistanê eşkere kirin.

 

Li gorî agahîyên wan rojname, televîzyon û malperan, pilana Tirkîyê ya “herêma aram” wiha ye:

 

Dê herî kêm li wê herêmê milyonek penaberên Sûrî yên ku niha li Tirkîyê ne, bicîh bike. Bo wê jî dê li wir 140 gundan û 10 jî bajarokan çêbike. Her gundek ji 5 hezar kesan û her bajarokek jî ji 30 hezar nifûsan pêk tê. Li gundan hezar xanî û li bajarokan jî 6 hezar xanî bên çêkirin.

 

Dewleta Tirkîyê daye zanîn ku dê li wan gundan û bajarokan, mizgeft, nexweşxane, medrese û qutabxane û gelek navend û dezgehên din ava bike. Bûdceya avakirina herêma aram dê 23.5 milyar euro be.

 

Berîya niha serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, eger Amerîka daxwazîyên wan bo “herêm aram” qebûl neke ewê pilana xwe bicîh bînin.

 

Ji alîyekî din, cîgirê serokê giştî yê CHPê Ûnal Çevîkoz li hember vê yekê nerazîbûn nîşan daye û gotîye, eger rizamendîya rêjîma Sûriyê li ser vê pilanê nebe, ev pilan tê wateya parçekirina Sûrîyê û li dijî mafên mirov e jî ji ber ku welatekî biyanî bi serê xwe beşek ji nifûsa welatekî ji cihekî vediguheze cihekî din.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist