Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya ji bo bibîranîna Dr.Nûredîn Zaza

Peyama Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ya ji bo bibîranîna Dr.Nûredîn Zaza

"JI KOMÎTEYA AMADEKAR A BIBÎRANÎNA XWEDÊ JÊ RAZÎ DR.NÛREDÎN ZAZA

Birêzan

Jiber ku we em vexwendine vê bibîranînê, li ser navê xwe û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê , ez spasîya we dikim.

Weke ku hûn jî dizanin, nuha ji ber vê xeterîya pandemîya covid 19yê qedexeya hat û çûyina Ewropayê heye.Mixabin ji ber vê yekê jî ezê nikaribim di rê û resma bîranîna xwedê jê razî Dr. Nûredîn Zaza de amade bibim.

Ez bi rêzdarî spasîya we dikim ku we wek Partîya Demokrat a Kurdistan-Surîyeyê(PDK-S) ev bibîranîna li dar xistîye.

Dr. Nûredîn Zaza serokê damezrêner ê Partîya Demokrat a Kurdistan-Surîyeyê(PDK-S) bû.

Dr. Nûredîn Zaza, rêber, têkoşer, xebatkar û kedkarekî dilsoz û fedakar, çalak û jêhatî , welatperwer yê doza netewî ya miletê Kurd û yê azadîya Kurdistanê bû.

Dr. Nûredîn Zaza ne bes sîyasetmedarek bû.Herweha ew kesayetekî pir mezîyet bû jî.

Dr. Nûredîn Zaza rewşenbîrekî zana, dûrbîn, têgihîştî bû.Ew zimanzan, edebîyatzan, nivîskar, rojnamevan, lêkolînerek bû ku her zanistî ji xwe re wek rêber bijartî bû.

Dr. Nûredîn Zaza di nav sîyasetvan, nivîskar, rewşenbîr û dîplomatên Ewropîyan jî de wek kesayetekî nûnerê gelê Kurd dihate nasîn û jê dihate hezkirin. Ew dîplomatekî welatperwer û bişexsîyet bû.

Bi minasebeta 32yemîn salvegera koça dawîya wî, ez rêberê welatperwer ê Kurd Dr.Nûredîn Zaza bi giramî bibîr tînim.

Ez ji Bakurê Kurdustanê rêz û silavên xwe pêşkêşî malbata xwedê jê razî Dr.Nûredîn Zaza, pêşkêşî hemû rêvebir û endamên PDK-Syê û hemû kes û alîyên ku di vê rê û resmê de amadene dikim."

06.10.2020

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê