Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê

Peyama Serok Barzanî li ser şewitandina avahiya PDKê û Ala Kurdistanê

Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa îro ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û şewitandina avahî û Ala Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand: “Ev êrîş paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Agahiya êrîşkirina ser baregeha Liqa 5 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji aliyê komeke têkder ve, gihişte me, ku di encama wê kiryara neyasayî de sivikatî li Ala pîroz a Kurdistanê û ala PDKê kirine.

Em bi awayekî herî tund, wê êrîşa nemerdane şermezar dikin û em li vir radigihînin ku ev cûre êrîş û destdirêjî bi ti awayî ji pêgeha Kurd û nirxên bilind ên gelê Kurdistanê kêm nake, lê bi awayekî eşkere paşketîbûn û bêferhengî û zihniyeta wê koma şerxwaz ji her kesî re nîşan dide.

Em ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê çaverê dikin ku rêkarên pêwîst li hember wan êrîşkaran pêk bîne û di heman demê de em tekez dikin ku kesên bixwazin êrîşî PDKê bikin û sivikatî li nirxên gelê Kurdistanê bikin, dê baca wan kiryarên xwe bidin.

Mesûd Barzanî

17ê Cotmeha 2020an

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê